Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Demokrasî Di Roja Wê Ya Cîhanî De


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY)Antonio Guterres di roja cihanîya demokrasîyê de bang li rêberên cihanê kir kar bo avakirina cîhaneka pir edalet û wekhevî bikin.

Guterres got, divê rêz li mafên mirovan tevî reng û ziman û netewa wan bête girtin, lê di rastiya jiyana îro de hijmareka zor a gelan li jêr desthelatên sitemkar de jiyanê dikin, her ji Korya Bakur heta Rojhelata Navîn û Efrîka û gelek cihên din.

Hakki Boltan
Hakki Boltan

Digel ko hijmereka va desthelatên dektator liser rêkeftinên navnetewî yên mafên mirovan qayil in û îmza kirine lê bi behana berjewendiyên aborî yan ewlehiya niştimanî wan rêkeftinan bin pê dikin

Bernama Tîrêj da zêdetir li ser pirsa lawaziya Demokrasîyê di cîhanê de mihvandariya birêz Hekki Boltan rêveberê komela Dicle û Furat û Hêriş Reşîd parêzer û çalakvan kir.

Hêriş Reşîd
Hêriş Reşîd

Birêz Reşîd bawer dike ko demokrasî ya welatên pêşkeftî bo navxoya welatên wan e û dibêje me demokrasîya cîhanê lidem referanduma sala 2017 dît.

Lidema birêz Boltan dibêje berjewendîyên welatan biser pirsên demokrasiyê dikevin.

Tirêj #124
please wait

No media source currently available

0:00 0:33:04 0:00


XS
SM
MD
LG