Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê NY Dibêje Paqijkirina Paşmayîyan li Gaza Dikare Heta 14 Salan Bidome


Karbidestê payebilind ya sazîya mayinan ya Neteweyên Yekbûyî (UNMAS)

Pehr Lodhammar îro Înê got ku paqijkirina paşmayîyan û cebilxaneyên nepeqîyayî yên ku jiber şerê wêranker yê Îsraîlê li Kerta Gazayê dibe ku heta 14 salan bidome.

Lodhammar di civînekê de li Cenevreyê got ku şer li gor texmînên wan 37 mîlyon ton kavil û paşmayî li Kerta Gaza hene.

“Tevî ku dîyarkirina hejmara piştrastkirî ya mayin û bombeyên nepeqîyayî li Gaza ne pêkan e, pêşbînî ew e ku paqijkirina paşmayîyan û kavilên avahîyên hilweşandî dikare 14 sal bidome,” Lodhammar got.

Di encama operasyona leşkerî ya Îsraîlî ya dijî Hamasê de piranîya devera peravê, ku nêzî 2.3 mîlyon kes tê de dijîyan, bûye wêran û gelek kes bê war mane û xeterîya nexweşî û birçîbûnê derketiye.

Li gor amûrên wezareta saxlemî ya Gazayê, di operasyonên Îsraîlê de ji meha Cotmehê vir ve herî kêm 34, 305 Filîstînî hatine kuştin û 77, 293 kes jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG