Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF Av ji Kampên Derbiderên Efrînî li Penageha Şehba Qut Kir


Rêxistina UNICEF’ê eve çend roj in ava ku jibo kampên derbiderên Efrînî li penageha Şehba pêşkêş dikir, bi tevahî qut kiriye.

Mihemed Şêxo, Hevserokê Desteya Şaredarîyan ya kantona Efrîn û Şehbayê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku pirtir ji 2 hezar malbatên ku li kampan dimînin, ji biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê neyînî bandor dibin.

Şêxo ji zarê UNICEF’ê ragihand ku fînanskirina pêdivî ya jibo tankerên ku avê vediguhêzînin Şehbayê peyda nebûye.

“Ev tenê bihane ye, çawa rêxistineke navneteweyî weke UNICEF’ê nikare pêdivîyên avê ji devereke biçûk weke Şehba û derbideran dabîn bike. Jixwe berê jî herêm hatibû paşguh kirin û ti alîkarî derbaz wê nedibûn, ji bilî avê, ku av jî niha bi bihaneya perepêdanê tê qut kirin.”

UNICEF’ê ji sala 2018an de ava vexwarin û bikaranînên cuda jibo malbatên Efrînî yên derbider li nêzî 40 gund û 5 kampên penageha Şehba, pêşkêş dikir.

Lê, ji sala 2021’an de av ji ser gundan qut kiribû û ava kampan jî kêm kiribû, ku vê dawîyê qutkirina avê bi tevahî ji ser kampan jî bûye cîhê nerazîbûna derbideran, ku ti çare di destê wan de tune û metirsîya nexweşîyan jî heye.

Di nava vê rewşê de şaredarîya gel hewil dide ku li hin alternatîfan bigire, lê derfet û karînên di destê wan de hindik in.

“Şehab herêmeke şer bû û bîrên avê li vê deverê jibo bikaranînê ne ewle û ne saxlem in, herwiha ava van bîran têra pêdivîyên derbideran bi temamî nakin, berê jî di werza havînê de pirsgirêka kêmbûna avê heye,” Şêxo bi berdewamî got.

Ew pêşbînî dike ku zor û zehmetîyên jîyanî jî di dema pêş de, zêde bibin, “Metirsî heye ku pirsgirêkên tendirustî û nexweşîyên weke kolera û laşmanîya jî derkevin, him jiber kêmbûna ava gerek ji paqijîyê re, him jî tunebûna taqîgehan ku zandibn av çiqas tendirust e”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî êrîşa Tirkîyê dijî Efrînê di sala 2018’an de, pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li penageha Şehba dijîn.

Rewşa derbideran li vê deverê rûbirûyî gelek zehmetîyan dibe, jiber ku piranîya binesazîya wê kavil û rûxîya ye, herwiha alîkarî û hawarçûn pir hindik digihêje wan.

NR_02_26_2024_UNICEF_Av_Derbideren_Efrini
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00
XS
SM
MD
LG