Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wê bo Rêwîyên ji Çînê Tedbîran Berfireh Bike


Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew dikarin bo rewîyên ji Çînê tên tedbîrên nû yên COVID-19’ê ragihînin.

Li gor karbidestên Amerîkî Çîn ser hejmara pêketîyên COVID-19’ê agahîyên zelal nade û ew jî rê li ber fikarên mezin vedike.

Heta niha Japonya, Hîndistan û Malezya jibo rewîyên ji Çînê tedbîrên nû yên pêşîgir ragihandine.

Ew dewlet dîyar dikin ku jiber pêketinên zêde yên li Çînê wan tedbîr berfireh kirine.

Japonya ji rêwîyên Çînî dixwaze ku testa negatîf ya COVID-19’ê raber bikin.

Nifûsa Çînê 1,4 mîlyar e û di demên dawî de nexweşxanehên wî welatî jiber pêketîyên vîrusa korona tijî bûne.

XS
SM
MD
LG