Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Hewleke Hilanîna Mike Johnson Red Dike


Mike Johnson, Serokê Civata Nûneran ya Kongresê.
Mike Johnson, Serokê Civata Nûneran ya Kongresê.

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka hewleke hilanîna Serokê Civatê Mike Johnson ji posta wî red kir.

Banga dengdana ser hilanîna Johnson ji alîyê Nûnera Komarî Marjorie Taylor Greene ve roja Çarşemê hate kirin, lê ew demûdest ji alîyê qanûndaneran ve hate redkirin.

Serokê Civatê Johnson bi xwe jî Komarî ye, lê Greene dibêje ew ji karê wî ne razî ye. Ev hewildana duyê bi di nav çend mehan de ji alîyê Greene, ku yek ji alîgirên herî mezin yên serokê berê Donald Trump di Kongresê de ye.

Greene ku nûnertîya wîlayeta Georgia dike rêbertîya Johnson rexne dike û dibêje ew “lawaz e û nayê qebûlkirin.”

Berî ku banga Greene bigihêje qonaxa dengdanê, qanûndanerên Komarî di Kongresê de piştgirîya xwe bo Johnson eşkere kir.

Endama Kongresê ya Komarî Marjorie Taylor Greene.
Endama Kongresê ya Komarî Marjorie Taylor Greene.

Greene gotibû ewê hewla dengdana ser rakirina Johnson bibe qada Kongresê, eger wî paketa alîkarîya biyanî jibo piştgirîya Ukraynayê pêşve bibe. Ew paket meha borî bi piranîya dengan hate erêkirin û piştî derbaskirina Civata Senatoyê, ji alîyê Serok Joe Biden ve hate îmzekirin.

Johnson got ku ew amade bû wê rîskê bistîne, jiber ku ew bawer dike girîng e Amerîka piştgirîya Ukraynayê dijî dagîrkerîya Rûsyayê bike.

Serokê Civata Nûneran roja Duşemê got, “divê ez karê xwe her roj bikim.”

Di gavekê de ku kêm çêdibe, Johnson piştgirî ji alîyê Demokratên Civata Nûneran jî wergirt û bi wê yekê rê li ber hewildana Greene hate girtin.

Mike Johnson di Cotmeha 2023'an de bû serokê Civata Nûneran piştî ku Komarîyên Kongresê serokê berê Kevin McCarthy, ku ew jî Komarî ye, bi dengdanekê ji posta wî derxistibû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG