Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û 17 Dewletên Din Bang li Hamasê Dikin ku Rehîneyan Berde


Amerîka û 17 dewletên din îro Pêncşemê jibo bidawîbûna krîza li Gaza bang li Hamasê kirin ku hemî rehîneyan berda, lê Hamasê got ku ewê li hember zexta navnetewî serê xwe netewîne.

Karbidestekî payabilind yê Amerîka ser daxuyanîya hevbeş ya wan dewletan got ku nîşana yekdengîyeke xurt e û ji Hamasê tê xwestin ku dîlan demûdest berde.

Di destê Hamasê de hemwelatîyên wan 18 dewletan hene ku daxuyanî hevbeş belav kirine.

Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de 253 kes dîl girtibûn û tê bawer kirin ku hîn jî 129 rehîne di destê wê rêxistinê de ne.

Banga hevbeş ji alîyê Amerîka, Arjantîn, Avusturya, Brezîlya, Bulgaristan, Kanada, Kolombîya, Danîmarka, Fransa, Almanya, Macaristan, Polonya, Portekiz, Romanya, Sirbistan, Îspanya, Tayland û Brîtanya ve hatiye îmza kirin.

‘’Em balê dikişînin ser vê yekê ku berdana rehîneyan wê bi xwe re agirbesteke demûdest û demdirêj bîne û ewê alîkarî bi rêkên hêsantir herin Gaza û wê bi awayekî pêbawerkirî dawî li dijminahîyan were.’’

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Gazayî wê bi hazirîyên ji pêşde karibin vegerin mal û axên xwe.

Rêberê payabilind yê Hamasê Samî Ebu Zuhrî ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku daxuyanîyê ti bandor li wan nekiriye û dîyar kir ku divê Amerîka givaştinê li Îsraîlê bike ku ew dawî li ‘’êrîşvanî’’ya xwe bîne.

Ebu Zuhrî ser fersenda guherendina rewşê got ku dor dora Amerîka ye.

Karbidestekî payebilind yê Amerîkî ji rojnamevanan re got ku hin nîşan raber dikin ku ew dikarin ser rehîneyan lihevkirinekê çêkin, lê ew ji vê tam ne bawer e.

Wî karbidestî hûrgilî neda, lê dîyar kir ku biryar girêdayî Rêberê Hamasê Yahya Sînvar e.

Li gor pêşnîyara ser rehîneyan, ku serê salê jî hatibû gotin, dîlên nexweş, birîndar û kal û pîr têne berdan û jibo pirtir alîkarî herin Gaza agirbesteke 6 hefteyî tê ragihandin.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku fikra ser daxuyanîya hevbeş bi qasî du hefteyên berê dema Şîretvanê Qesira Sipî Jake Sullivan bi nasên rehîneyan re kom bûye, çêbûye.

Karbidestên Îsraîlî ew demek e dîyar dikin ku ew hin şertan qebûl dikin, lê Hamas piştre şertan diguherîne.

XS
SM
MD
LG