Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Îranê Toleyên Nû Radigihîne


Amerîka roja Sêşemê toleyên xwe yên dijî Îranê zêde kirin û 4 kes û 2 kompanîyên ku li ser navê artêşê ‘’ketine nav kiryarên sîber yên armanc xirab’’ dîyar kirin.

Wezareta Xezîne ya Amerîka ragihand ku wan kes û kompanîyên bi opersyonên sîber êrîş birine ser kompanî û sazîyên Amerîkî.

Li gor ragihandina wezaretê ew kes û kompanî li ser navê Fermandarîya Sîber Elektronîk yên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC-CEC) dixebitin.

Berpirsê îstixbarata terorîzm û darayî ya Wezareta Xezîne Brian Nelson got ku ew aktorên Îranê bi nîyetên xirab dixwazin zararê bidin binesazîya krîtîk û êrîşan dibin ser kompanî û sazîyên Amerîkî.

Nelson dîyar kir ku Amerîka jibo kiryarên wan koman nîşan bide û xirab bike ji helwesta hikûmetê fayde digire.

Toleyên roja Sêşemê toleyên dawî yên dijî Tehranê ne ku Amerîka û hevbendên wê jiber piştgirîya wê ya jibo dijminên Îsraîlê û piştgirîya wê ya leşkerî ya jibo Rûsya ya li şerê Ukrayna dijî wê tole ragihandibûn.

Amerîka û Brîtanya hefteya borî jiber êrîşên Îranê yên dijî Îsraîlê li hember bernameya Tehranê ya jibo dronên leşkerî tole ragihandin.

Îranê êrîş wek bersîvdana êrîşa esmanî ya 1’ê Nîsanê ya li balyozxaneya wê ya li Şamê li dar xistibû ku di encamê de 7 Pasdarên Şoreşê hatibûn kuştin.

Piştî ragihandina toleyan, Amerîka dijî kompanîyeke navend li Taylandê jiber binpêkirina pirtir ji 450 toleyên Îranê 20 mîlyon dolar cezayê pere ragihand.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG