Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di Salvegera Mirina Jîna Emînî de Dijî Îranê Toleyên Nû Radigihîne


Rêvebirîya Amerîka di salvegera mirina jina Kurd, Jîna Emînî de li dijî Îranê toleyên nû ragihandin.

Jîna Emînî ya 22 salî, par ji alîyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû desteser kirin û ser mirina Emînî ya di çavdêrîyê de li Îranê pêla protestoyan destpê kiribû û Tehranê bi tundûtûjîyê protesto rawestandibûn.

Rêvebirîya Amerîka ser tundûtûjîyên deweta Îranê, dijî 29 kes û sazîyan tole ragihandin.

Wezareta Darayî ya Amerîka dîyar kir ku wê jiber jiber zextên ser opozîsyon, medya û înternetê biryara toleyan daye.

Tole dijî 25 hemwelatîyên Îranê, 3 sazîyên medya yên bi ser dewletê ve û kompanîyeke lêkolînê ya Îranî hatin ragihandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku wan bi toleyan bi Brîtanya, Kanada û Australîa re jî danûstandin kirine.

Blinken got ku ev rêza 13’an ya toleyan e ku Amerîka jiber zextên li ser protestoyên li Îranê radigihîne.

Wî got ku wan gav avêtine ku ew vîzayên pirtir ji kabidestên Îranê yên tilîya wan di zextan de heye sînordar bikin.

Li gor ragihandina Blinken, ji mirina Emînî vir ve vîzayên pirtir ji karbidestên Îranê û kesên din hatine sînordar kirin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG