Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Îsraîlê bo Berdana Dîlên Gaveke Girîng Avêtiye, lê Hamas Astengîyan Çêdike


Berdevikê Wezareta Derve yê Amerîka Matthew Miller îro Duşemê got ku Îsraîl gaveke girîng avêtiye, lê Hamas ser berdana rehîneyan û sekinandina şerê li Gaza asteng e.

Hamas pêşnîyara dawî ya ser lihevkirinê red kir û dîyar kir ku jibo lihevkirina ser rehîneyan divê şerê li Gaza dawî bibe û hemî hêzên Îsraîlê jî ji herêmê vekişin.

‘’Îsraîlê gava ew pêşnîyar kir gaveke girîng avêt. Li maseyê gelek tişt hebûn ku Hamasê îdia dikir ku ew bi dest bixe, lê wan ew pêşnîyar qebûl nekir.’’

Miller bi berdewamî got ku Amerîka hîn jî jibo agirbesteke herî kêm şeş hefteyî danûstandinan dike û dixwaze ku pirtir alîkarîya mirovahî herin Gaza.

Dawîya hefteyê tevî ku Îranê pirtir ji 300 muşek û dron avêtibûn Îsraîlê zarareke mezin çênebûbû ku piranîya wan ji alîyê berevanîya esmanî ya Îsraîlê ve, bi piştgirîya Amerîka, Brîtanya, Fransa û Urdunê hatibûn xistin.

Êrîşa Îranê li dû êrîşa gumanbar ya Îsraîlê ya li balyozxaneya Îranê ya li Sûrîyê hat ku di 1’ê Nîsanê de çêbûbû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG