Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Stratejîya Xwe ya Rêgirtina Bazirganîya Kaptagon li Sûrîyê Dîyar Dike


Dîmeneke arşîvê ya girtina madeya kaptagonê li Erebistana Saudî
Dîmeneke arşîvê ya girtina madeya kaptagonê li Erebistana Saudî

Wezareta Derve ya Amerîka hefteya borî raportek ji Kongresê re şandku tê de behsa stratejîya xwe ya rêgirtina berhemdana madeyên hişber li Sûrîyê dike.

Wezaretê di raportê de dîyar kir ku bi hevrêzîyeke nêzîk ligel Wezareta Berevanî (Pentagon), Wezareta Ewlekarîya Netewî, Ofîsa Sîyaseta Netewî ya Kontrolkirina Madeyên Hişber û çend dezgehên din yên hikûmeta Amerîkî jibo rêgirtina torên ku madeyên hişber li Sûrîyê çêdikin û belav dikin, stratejîyeke hevbeş danîye.

Sûrîyê di salên dawî de bûye navendeke serekî ya berhemdan û bazirganîya madeyên hişber, bi taybet jî kaptagon. Ev madeya hişber ya hêzdar jibo rejîma Sûrîyê û hevalbendên wê bûye jêderekî serekî yê dahatê.

Welatên derdora Sûrîyê û Kendavê dibêjin ku belavbûna kaptagona ku ji Sûrîyê tê nava wan krîzeke mezin peyda kiriye.

Beşek ji stratejîya Amerîka ya rêgirtina bazirganîya kaptagonê ew e ku ligel welatên herêmî yên derdora Sûrîyê hevkarîyê bike. Wekî mînak, Amerîka dê hewl bide ku karîna hêzên ewlekarî yên hevparên xwe yên herêmî bi rêya perwerde û alîkarîyê xurt bike.

Ji bilî perwerdeyê, Amerîka wê jibo piştgirîya hewlên diplomatîk û zanyarî yên vekolînên girêdayî bazirganîya kaptagon û narkotîkên din ku ji Sûrîyê derdikevin, planan deyîne. Û ev hewldan dê ligel hevalbendên Amerîka yên herêmî bin.

Di vê çarçoveyê de, rojnamevan John Salih ku li Washington dimîne dibêje ku piştî salên dirêj ji şerê Sûrîyê, Amerîka êdî gihiştîye bawerîyekê siza û toleyên ku li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed danîye armancên xwe pêk ne anîne.

"Tevî cezayan, rejîma Sûrîyê li ser lingên xwe sekinî ye, jiber ku wan karîbû bi alîkarîya Rûsya û Îranê û herwiha bazirganîya kaptagonê aborîya xwe bimeşîne."

Salih herwiha dîyar kir ku hevkarîya Amerîka ligel welatên derdora Sûrîyê wekî Lubnan û Urdunê di warê zanyarî û perwerdekirina hêzên ewlekarîya wan de dibe ku encameke berçav di şerê dijî kaptogan ku li Sûrîyê tê berhemdan de bîne.

Bêtir agahî di dirêjahîya hevpeyvîna ligel birêz John Salih de guhdarî bikin.

Hevpeyvîn ligel John Salih.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:31 0:00
XS
SM
MD
LG