Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Senaryoyên Derketina Amerîka ji Herêmê


Bingeha Leşkerî ya Eyn Al Asad li Rojavayê Îraqê
Bingeha Leşkerî ya Eyn Al Asad li Rojavayê Îraqê

Piştî gotara Charles Lister rêvebirê Bernameya Sûrîyê û Dijî Teror û Tundutûjiyê, li Enstîtuya Rojhilata Navîn, di 'Foreign Polic' de hate weşandin û radestkirina nameya Amerîka bi rêya Balyoz Romanoviski ya hikûmeta Îraqê, pirsa derketina hêzên Amerîkja ji herêmê kete di rojeva sîyasî de.

Jiber ku ev pirs rasterast Kurdan elaqedar dike, behsa gelek senaryoyan tê kirin kanê ewê hêzên Amerîka li Îraq û Sûrîyê bimînin yan na? Eger bimînin dê bi çi şert û merc bin? Eger derkevin jî dê bandoreke çawa li ser Kurdan bike?

Di heman demê de bûyerên nû li herêmê diqewimin ku bandora xwe li ser vê pirsê dikin, bi taybet piştî ku 3 leşkerên Amerîkaî li ser sînorê Sûrîyê-Urdun hatin kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûn.

Her kes li bendêye kanê Amerîka dê bersiveke çawa bide, li Îraq, Sûrîyê yan jî li nava Îranê êrîşekê pêkbîne?

Ev bûyer bûn sedem, ku behsa gelek senaryoyan li herêmê werin kirin, di nav de derketina hêzên Amerîkî ji herêmê yan jî mana wan, lê bi şêweke din û li gor plansazîyeke nû bi hikûmeta Îraqê re ewê li herêmê bimînin?

Dîsan di dema ku şaneyên nivistî yên DAIŞ'ê li herêmê çalak dibin, derketina Amerîka û bidawî anîna erka hevpeymanîya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê dê çi bandor li ser rewşa ewlekarî ya herêmê hebe, bi taybet li Îraq û Sûrîyê?

Dema ku ev mijar gerim bû, Serokê Sazîya Îstîxbarata Tirkîyê Îbrahîm Kalin li Bexda û Hewlêrê bû, bi berpirsên Bexda û hikûmeta Herêmê alîyê (PDK) re hevdîtin çêkirin.

Jibo gotûbêjkirina vê mijarê Dengê Amerîka pişka Kurdî di Mijara Rojê de mêvandarîya sê pisporên sîyaseta herêmê kirin:

- Abdullah Salih, Endamê berê yê Parlemena Îraqê.
- Fehîm Îşik Rojnamevan û Pisporê Pirsên Tirkîyê.
- Yûnis Behram, Serokê Foruma Kurdî-Almanî.

Abdullah Salih, Endamê berê yê Parlemena Îraqê û çavdêrê sîyasî di wê bawerê de ye ku Amerîka ji Îraqê venakişe û ji herêmê dernakeve û dibêje "Ewa heyî ne derketina hêzên Amerîkî ye ji Îraqê, li Îraqê niha sê hêz hene, hêzên NATO hene bo rahênana hêzên Îraqî, hêzên Amerîka hene bo şêwirmendîyê û hêzên hevpeymanîya nêvdewletî ya li dij DAIŞ'ê hene."

Salih dibîne ku ya çê bibe dê lihevhatineke nû ya Amerîka bi Îraqê re be, jibo mana hind hêzên wê li Îraqê, lê ew hêzên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê dê nemînin û bi dawî bibe.

Çavdêrê sîyasî Abdullah Salih dibêje, bandora derketina wan hêzan "meselek nefsî-saykolojî ye" jiber ku hebûna wan hêzan çi hêzên hevpeymanîya navdewletî be, yan hêzên Amerîkî be yan bi çi nav be heta niha "Ne em ji êrîşên dronên Tirkan parastîne, ne ji mûşekên Îranê" divê ev şêwaya mana hêzan li Îraqê were guhertin, jiber ku "Em weke Kurd baceke giran ya hebûna wan hêzan didîn."

Salih ne di wê bawerê de ye ku hêzên Amerîkî ji herêmê vekişin, jiber ku mana wan li Sûrîyê li Îraqê girêdayî yek armancê ye, "çendî hêzên Amerîka li Sûrîyê bimînin, wê demê ne mumkine ku ji Îraqê derekvin yan nemînin."

Salih derbarê pirsa amdekarîya Kurdan bo xerabtirîn senaryo got "Kesê ew bawerî n'ne ku Amerîka ji herêmê derkeve, jiber wê yekê xwe amadekirin nehatine kirin."

Rojnamevan û pisporê pirsên Tirkîyê Fehîm Îşik derbarê rola Kurdan û girêdana wê bi hebûna hêzên bîyanî ve got "Eger Kurdan li Rojhilata Navîn liberxwe nedana, yan jibo parastina xwe çi ji dest hatî nekirbaye..Niha wê tiştek din baye, lê Kurdan berdêlên gelek giran dan."

Îşik dibêje, "Rojava berdêlên herî mezin dan…Lê li hember êrîşên Tirkîyê Amerîka bertek nîşa neda".

Fehîm Îşik di wê bawerê de ye, ku alozîyên li herêmê dê zêdetir bibin "Dibe ku ji Bihara Erebî tiştên dijwartir li herêmê derkevin."

Fehîm Îşik balê dikişîne ser rewşa Kurdan di navbera tema'karîyên Tirkîyê û Îranê li herêmê, dibêje"Îranê plana berfirehbûna Şîaayan heye û dixwaze tiştekî bike, lê îroj Tirkîyê jî li ser polîtîkaya New- Osmanli sîyasetê dimeşîne."

Derbarê dîtina çareserîyekê ji Kurdan re li herêmê, Îşik dibêje, jibo xwestina çareserîyê du tişt esasin: "Ya yekê divê Kurd û Tirk bi rengekî lihev bikin, ya duyê gereke Kurd nakokîyên navxwe ji holê rakin."

Yûnis Behram, Serokê Foruma Kurd-Almanî û çavdêrê sîyasî dibêje ku mana hêzên Amerîkî û bîyanî li herêmên Kurdan çi li "Rojava" yan jî "Başûr" be, jibo Kurdan gelek giring in û alîkarî daye Kurdan.

Behram li gor senaryoyên li herêmê heyî derbarê pirsa Kurd geşbîne û dibêje, ewê welatên rojava dest ji Kurdan bernedin, "Hebûneke Kurdan vê carê misogere." Û dide zanîn ku "hêzên li herêmê pêwîstîya wan Kurdan û cografya Kurdan heye."

Li dor senaryoya derketina hêzên Amerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyê nêrîna Yûnis Behram ewe ku divê Kurdên Sûrîyê bi Şamê re bigihin encam û çareserîyekê û dibêje "Çareserîya Rojava weke ya herêma Kurdistanê ye, çawa li Bexda bû, weha li Rojava jî li Şam û Qamîşlo çareser dibe."

NB_ Mijara Roje_30Jan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG