Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Greenfield: Endamtîya Rêvebirîya Filîstînîyan Alîkarîya Çareserîyeke Dudewletî Nake


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield îro Çarşemê got ku endamtîya Rêvebirîya Filîstînîyan ya di Civata Ewlekarî de wê alîkarîya çareserîyeke dudewletî neke.

Greenfield ev daxuyanî li Seulê di preskonferansekê de li ser pirsa rojnamevanekî da ku dixwest bizane Amerîka wê daxwaza Rêvebirîya Filîstînîyan ya ser endamtîya tam qebûl bike yan ne.

‘’Bi nêrîna me biryareke Civata Ewlekarîyê jibo siberojê nabe alîkara çareserîyeke du dewletî. Serok Biden piştgirî dide çareserîya dudewletî û dîyar ku em jibo wê planê xebatan dimeşînin."

Dîplomat dibêjin ku li ber e ku Rêvebirîya Filîstînîyan zextê li Civata Ewlekarî ya 15 endamî bike ku ew ser bernîvîsa derbarê endamtîya tam dengdanê bike.

Endama Civata Ewlekarî, Cezayîrê derengê roja Şemê bernivîsek belav kir.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku komîteyeke civatê jibo serlêdanê li krîteran nihêrî, lê wê nikanibû bi yekdengî pêşnîyarek bikira.

Jibo serlêdana ser endamtîya tam ya li NY’ê were pejirandin divê Civata Ewlekarî wê erê bike û piştre jî Civata Giştî ya bi 193 endam, bi du parên ji sê parên dengan wê qebûl bike.

Serê salên 1990’î Rêvebirîya Filîstînîyan û Îsraîlê Peymanên Oslo îmza kirin û ji wê demê vir ve ser avabûna dewleta Filîstînê pêşvebûneke pir hindik çêbû.

Berfirehbûna warên Îsraîlîyan rê li ber çêbûna dewleta Filîstînê digire ku Balyozê Îsraîlê yê li NY’ê Gilad Erdan dîyar kir dike ku krîterên Rêvebirîya Filîstînîyan têra avakirina dewletekê nakin.

Rêvebirîya Filîstînîyan ya bi rêberîya Mahmud Abas li Kenara Rojava bi awayekî sînordar xweserîyê dimeşîne.

Hamasê, Rêvebirîya Filîstînîyan sala 2007’an ji desthilata li Gaza gêr kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG