Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Bawer Dike ku Êrîşeke Îranê ya Dijî Îsraîlê Pêkan E


Qesira Sipî îro Înê got ku xeterîya êrîşeke Îranê ya dijî Îsralê îhtîmeleke nîzêk û pêkan e.

Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby got ku ew hember îhtîmala êrîşeke Îranî, pêdeçûnê li ser rewşa hêzên xwe yên li herêmê dikin û ji nêzîk ve çavdêrîya rewşa li erdê dikin.

Kirby herwiha got ku ew bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re di peywendîyeke domdar in ku ew li hember êrîşekê bikaribin xwe biparêzin.

Balyozxaneya Amerîkî li Orşelîmê roja Pêncşemê hişyarî dabû karmendên xwe, lê bi eşkereyê behsa navê Îranê nekiribû.

Hevdem, medya Îsraîlî ragihand ku keştîya çerker ya firokhilgir ya Amerîkî, USS Dwight Eisenhower jibo nîşandana biryardarîya Amerîka ya jibo parastina Îsraîlê, bi rêya Derya Sor ber bi bakurê Îsraîlê ve dihere.

Hêjayî balkişandinê ye ku gemîya USS Dwight Eisenhower dikane mûşek û firokên bêmirov yên Îranî bisekinîne û bê bandor bike.

XS
SM
MD
LG