Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Awarteya Niştimanî ya jibo Sûrîyê Dirêj Dike


Koşka Sipî
Koşka Sipî

Rêvebirîya Serokê Amerîkî Joe Biden roja Çarşemê ragiahnd ku wê fermana awarteya niştimanî ya Amerîkayê ku li ser Sûrîyê hatiye standin bo saleke din dirêj kir.

Koşka Sipî di daxuyanîyekê de got ku zordarî û hovîtîya rejîma hember gelê Sûrîyê ne tenê gelê Sûrîyê dixîne jêr metirsîyê, lê belê nearamîyê li seranserê herêmê peyda dike.

“Kiryar û siyasetên rejîma Sûrî, di nav de jî bikaranîna çekên kîmyawî û piştgirtina rêxistinên terorîst, bi berdewamî gefeyeke bêmînak û bêhempa li ewlekarîya niştimanî, siyaseta derve û aborîya Amerîkayê dikin,” Koşka Sipî got.

Fermana awarteya niştimanî ya girêdayî Sûrîyê cara pêşî di Gulana 2004’an de hate derxistin û ji wê çaxê ve bi awayekî salane di vê mehê de tê nûkirin. Di destpêkê de ev ferman girêdayî kiryarên rejîma Sûrî li Libnanê û paşê li Îraqê bû.

Lê çarçoveya wê di sala 2011’an de hate guhertin, wekî bersiv hember siyasetên binpêkirina mafên welatîyên Sûrî di destpêka serhildana dijî rejîma Şamê de.

Qanûna Awarteya Niştimanî cara pêşî sala 1976'an ji alîyê Kongresa Amerîkî ve hate erêkirin. Ev qanûn maf dide serokê Amerîkî ku bi awayekî biryarder bersiva krîzên nû bide. Li jêr vê qanûnê, serok dikare rewşa awarte bi dirêjahîya salekê ragihîne û salane dirêj bike eger pêwîstî hebe.

XS
SM
MD
LG