Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Zerdeşt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan Wergirt


Xelatkirina Dr. Zerdeşt Haco li Dresden, Almanya 27-10-2023
Xelatkirina Dr. Zerdeşt Haco li Dresden, Almanya 27-10-2023

Dresden - Ji bo xebat û lêkolînên wî yên zanistî di ber geşpêdana ziman û wêjeya kurdî de Xelata Mîr Celadet Bedirxan cara pêşî bi merasîmeke jêhatî li bajarê Dresden yê Almanya ji zimanzan û ronakbîrê kurd Dr. Zerdeş Haco re tê pêşkêşkirin.

Yaneya (Foruma) Almanî -Kurdî li Dresden îro Înê 27ê Cotmehê çalakiyeke rêzgirtinê li Haco pêkanî, çalakî ji rêze semîner û axiftinên hin berpirs û roşenbîrên Kurd û Alman pêk tê.


Herwiha di merasîmek fermî de xelata Mîr Celadet Bedirxan ku xelatek hem madî û hem manewîye ji Zerdeşt re tê pêşkeşkirin.

Dr. Zerdşet di tomareke vidoya taybet bi Dengê Amerîka re got ''Ev şahiyeke bi rastî taybetî ye, di civata kurdistanê de, jiber ku weke em hemû dizanin piştî zanyarên me, mirovên me yên hêja koç dikin ji vê jiyanê û bar dikin jinûve êdî wan xelat dikin, libîr tînin, ev şanaziyek mezine ku îro ev di saxiya me de hat lidarxistin."

Yaneya Almanî-Kurdî daxuyaniyek derbarê xeltkirin û xebatên Dr. Zerdeş Haco weşand û ku daneyek ji Dengê Amerîka re şand dibêje "Ew Kurdê pêşî bû, yê ku li Zanîngeha Azad li Berlin, li Almaniyayê xebata xwe li ser zimanê kurdî bi pileya zanistî doktora bi ser xist."

Yûnis Bahram Rêveberê Foruma Almanî-Kurdî got "Yemem mebesta me îro ew bû ku xelata Mîr Celadet Bedirxan bidin nasîn weke mîrek û nivîskarekê kurd û xelta wî bidin Dr. Zerdeşt Haco ku ji sala 1974an heta niha xizmet çand û zimanê kurdî dike. "

Dr. Zerdeşt bi salên dirêj li xwendegehên gelêrî yên bilind û li zanîngehên Almaniyayê mamosteyê zimanê kurdî bû. Di heman demê de bi xebata wî ya bêwestan cara pêşî di dîroka Kurdên li Almaniyayê de Zimanê Dayikê – Kurdî li Almaniyayê fermî da pejirandin.

Di xebatên ji bo bipêşvebirina ezmûneyên mamosteyên Zimanê Dayikê- Kurdî de li zanîngehên Bremen, Hamburg, Essen û Bonnê giraniyeke wî yî sereke hebû.

Di salên 1997 – 1999 - 2 salan sekretêrê giştî û di salên 1999 – 2013 de ew 13 salan serokê Navenda PENa Kurd bû.

Birêz Haco di wergerandina Mizgîniya Lûqa (Incîla Lûqa) de li zimanê kurdî wergervanê sereke bû.

Rêza xebatên birêz Haco derbarê zimanê kurdî de gelekî dirêj in, jiber wê yekê nivîskarên kurd, Sorb û Alman, li jêr dirûşmeya "Ji Firatê heta bi Elbê" şa bibin, merasîma xelatkirin û rêze semîneran li bajarê Dresden lidar dixe.

XS
SM
MD
LG