Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsa YNKê ya Bexda:"MÎT a Tirkiyê li Bajarên Herêma Kurdistanê Zêde Dibe"


Rabiha Hemed, Berpirsa Melbendê Bexd yê YNKê
Rabiha Hemed, Berpirsa Melbendê Bexd yê YNKê

Berpirsa Melbendê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê li Bexdayê ragihand, ku çalakiyên dezgeha îstixbarata Tirkiyê (MIT)ê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde dibin û ev yek jî metirsiyê çê dike.

Rabîha Hemad gote Dengê Amerîka: "Hebûna MÎT a Tirkiyê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde dibe. Vê yekê ne tenê li ser Silêmaniyê, li ser tevahiya Kurdistanê û statoya wê metirsî çêkirîye."

Roja 18ê meha Îlonê 2023ê, drona Tirkiyê li firokexaneya Çandiniyê ya Arbat êrîşek pêkanî, di encam de hejmarek ji karmendên dezgeha dije-terorê ya YNKê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rabîhe Hemed dibêje, "Piraniya aliyên Iraqî êrîşa li ser firokexaneya Arbat şermezar kirin, lê şermezarkirin bêkêr e. Divê Encûmena Wezîrên Iraqê ji bo rawestandina êrîşan gavên pratîkî bavêje."

"Tirkiyeyê dorpêça avê li ser Iraqê sepandiye û çemên Dîcle û Firatê zuha dike. Heta ku tedbîrên berevajî negirin Iraq dê deyndara Tirkiyê bimîne. Di warê bazirganî de jî li Îraqê, Tirkiye sûdmende."

Wê got"Eger Îraq deriyên sînor yên bi Tirkiyê re bigire, dehan deriyên din hene ku veke, wî çaxî Tirkiye dê zirarek mezin bibîne."

Îro Şemiyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Güler got: "Em berdewam hişyarîyê didin Bafel Talebanî li ser zêdebûna çalakiyên"terorîstî" li Silêmaniyê û jê daxwaz dikîn ku têkiliyên xwe bi "komên terorîst" re qut bike, eger weha neke, siberoja Silêmaniyê dê xeraptir bibe."

Guler got "Haya me ji her tiştî heye, li gel dostên xwe yên Îraqî bi taybet PDK li ser wê mijarê di têkiyan dene, lê em naxwazîn pêngavên bingehîn biavêjîn."

Derbarê gotinên Guler li hember rewşê, Rabîha Hemed got"Pişta YNKê li gelê wê ye û serok Bafel Talebanê nakeve jêr fişar û gefên Tirkiyê, YNK wê nake."

Hemed li dawiyê got, "YNK dê di çarçoveya Destûra Iraqê de li hember gef û fişaran raweste û ji bo parastina berjewendiyên netewî yên kurd kar bike."

XS
SM
MD
LG