Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erê, Hevpeymanîya Yekîtî û Goran dê Hevsengîya Sîyasî Ragire?


Seîd got ku pêkanîna hevbendî û lêktêgiheştina Tevgera Goran digel YNK dê bibe sedema aramî û seqamgîriyê li dema kempeyn û bangeşîya hilbijartinan

Endamê peywendîyên dîplomatîk yên Tevgera Goran Ayhan Seîd got ku pêkanîna hevbendî û lêktêgiheştina Tevgera Goran digel Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jibo hilbijartinên Îraqê dê bibe sedema aramî û seqamgîrîyê di dema kempeyn û bangeşîya hilbijartinan.

Ayhan Saîd
Ayhan Saîd

YNK, Goran û çend komelên din dê bi lîsteke hevbeş ya hilbijartinan bikevine berêkaniyê jibo bidestxistina pirtir endaman jibo Encûmena Niştimanî ya Îraqê.

“Armanca hevbendiya me parastin û bihêzkirina cîhê Kurdan yê li Îraqê ye,” Seîd got.

Jêderan da zanîn ku ev hevbendî dê bi seroktîya hevserokê YNKê Lahûr Talabanî pêk were.

Ayhan Seîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:02 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG