Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanên Atîna û Stenbolê Hêvî Dikin ku Peywendîyên Tirkîye û Yunanistanê Pêşkevin


Tirkiye ş Yunanistan
Tirkiye ş Yunanistan

Bajarvanê Atîna Haris Doukas serdana bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir, her du bajarvanan hêvî xwestin ku ew bikarin têkiliyan xurt bikin.

Douakas dîyar kir ku Îmamoglu di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serketineke mezin bi dest xwe xistiye û ew ji vê serketinê razî ne.

Wî got ku ew dizanin ku dema alozî hebe bajar û bajarvan jibo çêkirina aştî û aramîyê tevdigerin û dîyar kir ku ewê hevkarîyên bi Stenbolê re xurt bikin.

Îmamoglu jî jiber serdana Doukas spasîya wî kir û got ku ew dixwazin ku peywendîyên wan kêrî danûstandinên Tirkîye û Yunanistanê werin.

Bajarvanê Stenbolê got ku wî û Bajarvanê berê yê Atîna Kostas Bakoyannis jibo danûstandinê gav avêtine û ew niha bawer dike ku wê peywendîyên her du bajarên girîng yên Tirkîye û Yunanistanê pêşve herin.

Îmamoglu dîyar kir ku ew hêvî dike ku di demeke nêz de li Atîna serdana Doukas bike.

Hejayî gotinê ye ku di navbera Yunanistan û Tirkîyê de bi dehsalan e li ser jimareke mijaran kêşe û nakokî hene ku hin ji wan sînor û serwerîya li qadên deryayî û esmanî, firînên ji ser Deryaya Egeyê û rewşa Qibrisê ye ku bi etnîkî parçe bûye.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG