Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Banga Alîkarîya Sîstemên Berevanîyê Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê got ku jibo berevanîya li hember êrîşên Rûsya banga alîkarîya sîstemên berevanî yên esmanî kir.

Zelenskyy di civîneke onlayn de, ku ser piştgirîya jibo Ukrayna bi pêşengîya Amerîka çêbû, dîyar kir ku jiber derengketina alîkarîya Washingtonê li enîyên şer hêzên Rûsî pêşve çûne.

‘’Firokên Rûsî îsal pirtir ji 9000 bombe avêtin Ukrayna. Jibo em nehêlin ku hêzên Rûsî nêzî sînor û enîyên me bibin pêdivîya me bi teknîkeke wisa heye ku em pê karibin li firokên şer xin.’’

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin got ku ewê di civînê de bala xwe bidin ser xurtkirina kanînên berevanîya esmanê Ukrayna.

Civîna piştgirîyê çend rojan piştî paketa alîkarîyê ya Amerîka ya 61 dolarî, ku demeke dirêj li Kongresê sekinîbû, hat.

Rêvebirîya Serok Joe Biden dîyar kir ku ewê di demeke nêz de çek û cebilxaneyên 1 mîlyar dolarî bişînin Ukrayna.

Amerîka hêvî dike ku Ukrayna bi çekên nû berevanîya xwe jinûve çêke, lê ne li ber e ku Kîev di demên nêz de êrîşên berfireh bibe ser hêzên Rûsî.

Analîstên leşkerî dibêjin ku bi alîkarîya çekan Kîev dikare li rojhilata welêt pêşveçûna hêzên Rûsî bisekinîne.

Hîn ne dîyar e ku ewê Kîev bi çekên nû çiqas zorê bide Rûsya.
Ukrayna êdî bi kêmbûna leşkeran re jî rûbirû dimîne û enîyên şer yên bi qasî 1000 kîlometre dirêj dibin jibo Kîevê fikaran çêdikin.

XS
SM
MD
LG