Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy jibo Paketa Nû ya Alîkarîyê Spasîya Amerîka Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê jiber paketa nû ya alîkarîyê ya Amerîka spasîya Serok Joe Biden û Amerîka kir.

Zelenskyy da zanîn ku jiber nîqaşên li Kongresê yên ser paketa 61 mîlyar dolarî 6 meh derbaz bûne û jibo telafîkirina wê çi ji dest wan were ewê bikin.

‘’Me rêka nîv salekê li dû xwe hişt. Kî çi bêje jî em wê alîkarîyê bi dest dixin ku jibo em jîyanan li hember êrîşên Rûsîyan biparêzin bi me lazim e.’’

Wî dîyar kir ku 6 meh bi nîqaş û gumanan derbaz bûne û got ku ewê niha her tiştê ji dest wan tê bikin.

Ukrayna jiber pêşveçûna hêdî hêdî ya hêzên Rûsî, ku li gor hêzên Ukraynî bi hejmar û perwerdeyan hîn xurt e, bi kêmahîya ber û barûdan re rûbirû maye.

Çaverê ye alîkarî moraleke xurt bide hêzên Ukrayna lê hîn ne dîyar e ku ewê alîkarî pêşîya pêşveçûna hêzên Rûsî bigire yan ne.

Karbidestên payabilin yên Kîevê çend hefte ne hişyarî didin ku hêzên Rûsî dikarin meha Gulanê dest bi êrîşên mezin bikin.

Muşekên berevanîya esmên ya Ukrayna hindik mane û Rûsya bi taybetî êrîşan dibe ser sîstemên enerjîyê û xetan dibire.

Zelenskyy dîyar kir ku Kîev jibo çekên hewce ser paketeke leşkerî ya 1 mîlyar dolarî bi karbidestên Amerîkî re dixebite.

Wî bi taybetî bal kişand ser sîstemên muşekan yên ATACMS û HIMARS.

Serokê Ukraynî spasîya hemî dewletan kir ku bi şandina çekan alîkarîya wan dikin ku hember êrîşên Rûsan bikaribin berevanîya xwe bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG