Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet ligel Dr. Allen Keiswetter Ser Kuştina Balyoz Chris Stevens


Nerazîbûn û reaksîyonên ser kuştina balyozê Amerîkî li Lîbyayê Chris Stevens û 3 karbidestên din yên dîplomatîk bi berfirehî didomin.

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî de, Dr. Allen Keiswetter, berpirsê berê yê karên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve dibêje:

“Êrîşa li dijî konsulxaneya Amerîkî li Bîngazî bûyerek pir xemdar e, lê ez bawer nakim ku hêstên gelê Lîbyayê nîşan dade. Balyoz Chris Stevens jî hevalekî minî pir baş bû û ew yek jî dîplomatên herî serkeftî yê Amerîkî bû ku gelek alîkarîya wî ji gelê Lîbyayê re çêbû. Stevens dîplomatekî mînakî bû û mirina wî êş û xemgînîya wî zêdetir dike.”

Me li Dr. Allen Keiswetter pirsî ku tevî êrîşên berdewam û kuştina balyoz Stevens, ew çawa geşbînîya xwe diparêze?

Dîplomatê Amerîkî dibêje:

“Ew dewletên ku xwepêşandên dijî Amerîkî lê diqewimin, welatên Buhara Erebî ne û prosesa guherînê li wan deran û demokratîkbûna wan hîn jî didome. Di vê prosesa dijwar de tiştekî femdar e ku astengên wî rengî derkevin, tundûtûjî biqewimin û cîhkirina aşîtyê bi dereng bikeve. Bi dîtina min, pêvajoya Buhara Erebî dê hîn demekê pir dirêj berdewam bike û dibe ku em bûyerên wiha di demên pêş de jî bibînin.”

Me xwest bizanin ku wekî dîplomatekî berê, birêz Keiswetter rexneyên tund yên berbijarê Komarî Mitt Romney çawa dinirxîne ku dibêje, helwesta Serok Obama û rêvebirîya wî cesaret dide êrîşvananan.

Wî bi xurtî li dijî nêrîna birêz Romney derdikeve û sîyaseta birêz Obama û Wezîra Derve Hillary Clinton gelek di cîh de dibîne:

Bi dîtina min, rêvebirîya Amerîkî heta niha karekî pir hêja kir û bersîvdaneke rêk û pek da. Ez rexneyên wî rengî rewa nabînim ku dibêjin sîyaseta rêvebirîyê li Rojhilata Navîn tek çû. Wekî min gava dinî jî got, êrîşên wiha encama xwezayî yên prosesa guherîn û demokratîk bûne ne.”

Di dawîya axaftina me de, berpirsê berê yê Rojhilata Navîn li Wezareta Derve Dr. Allen Keiswetter geşbînîya xwe dîyar dike ku hem karbiodestên Amerîkî, hem jî yên Lîbyayî bi hevre bixebitin ku paşerojeke baştior ji wî welatî re peyda bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG