Parêzgarê Kerkukê dibêje ku îhtîmala çêbûna şerî li navbera hêzên Kurd û hêzên hikûmeta federal a Îraqî “pir pir kêm e.”
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Dr. Necmeddîn Kerîm dibêje ku ti hêz jibo şerî hemberî hevdu nesekinîne.
Dr. Necmeddîn herwiha got ku “rewş nuha aram e.” Lê belê parêzgarê Kerkukê got ku pêkanîna hêza operasyonên Dîcle ji layê hikûmeta Îraqî ve karekê “ne destûrî ye.”