Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrîyê Xwe ji Civînên Navneteweyî Vekêşa


Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku herî kêm 70,000 kes li Sûrîyê hatîne kuştin.
Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku herî kêm 70,000 kes li Sûrîyê hatîne kuştin.
Komela serekî ya opozisyonê, Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê, xwe ji civînên navneteweyî vekêşa jibo protestokirina helwêsta cîhanê hemberî tawanên ku li dijî gelê Sûrîyê pêk tên.

Hevalbendîya opozisyonê ragihand ku li civîna ‘Hevalên Sûrîyê’ li Romê beşdar nabin û vexwendinên Moskow û Washingtonê jibo civînan red dikin.

Di daxuyanîyekê de Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê “bêdengîya navneteweyî” hember kuştinên ku rojane li Sûrîyê pêk tên rexne kir û ragihand ku “ev bêdengî wek beşdarîya wan e li du salên tundûtûjîyan.”

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bi kêmî ve 70,000 kes li du salên şer û pevçûnan li Sûrîyê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG