Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyê Amerîkî bi Destekdayîna DAIŞ Hate Sûcdar Kirin


Amir Said Rahman Al-Ghazi
Amir Said Rahman Al-Ghazi

Wezareta Dadê ya Amerîka dibêje, hember rûniştvanekî eyaleta Ohio dozek hate vekirin, bi sedema ku wî alîkarî daye mîlîtanên Dewleta Îslamî.

Wezareta Dadê îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê got, Amir Said Rahman Al-Ghazi yê 38 salî meha borî hate girtin, piçtî ku wî hewl da ku tivingeke AK-47 ji polîseke sîvîl anku veşartî bikire.

"Al-Ghazi sala borî navê xwe yê berê Robert McCollum guherî. Guman heye ku wî di 2014an de dilsozîya xwe bi rêya medya civakî, bi DAIŞ û Ebu Bekir Bexdadî ragihandiye. Al-Ghazi ji Tîrmeha 1014an heta Hezîrana 2015an çend caran daxuyanî dane ku kesên din jî qane bike ku tev li DAIŞ bibin."

Di daxuyanîyê de bi berdewamî tê gotin ku Al-Ghazi nîyeta xwe eşkere kiriye ku ew dixwaze li nav axa Amerîka êrîşekê bike û bow ê armancê bizavê kiriye ku sîlaheke AK-47 bikire.

XS
SM
MD
LG