Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Herêmên Kurdan li Tirkîyê Berfireh Dibe


Ajansa Reuters îro Sêşemê ji zarê çavkaniyên ewlekarî yên Tirk ragihand ku 4 kes di şerên di navbera şervanên Kurd û artêşa Tirk de hatine kuştin.

Li Bajarê Diyarbekirê, şer di navbera şervanên Kurd û hêzên ewlekariya Tirk de li taxê Kaynartepe rûdaye. Wek şahidên bûyerê didin xuya kirin ku bi dirêjahiya şeva Dûşem li ser Sêşemê şer û pevçûn li taxê hatiye berdewam kirin.

Şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), car bi car teqe li hêzên ewlekariyê kirin e, helîkopter firînên xwe li hindavî herêmê berdewam kirine.

Şer li herêmên Kurdan yên Tirkiyê çendî diçe berfirehtir dibe, bi taybet piştî peqîna Yekşemê ya li paytaxt Enqerê rûdabû ku 37 kes rê de jiyana xwe jidest dabûn.

Tevî ku heta niha hîç aliyekî peqîna Enqerê negirtiye ser xwe, lê destihata Tirkiyê îdia kiribû ku peqîn ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Tirkiye ji sere sibeya Sêşemê qedexeya derketinê li taxê Baglar biryar daye û nabe kesek ji malên xwe derkeve.

Wek Reuters dide zanîn, li gelek kolan û cihên din qedexeya derketinê heta serê sibê jiber şer û pevçûnên hatiye berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG