Roja Eynî 13 ê meha heft hevber bû li gel 23-emîn salvegera terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekerterê Giştîyê Hîzba Dêmokrata Kurdistana Îranê û hevalên wî li Vienna, Nemsa.
Bi wê hilkeftê koryadek li Devera li Mclean, Virginia ji layê sê rêkxistîyên Kurd û Amerîkî ve hate pêkanîn ku têde çend şehrezayan gotar pêşkêş kirin.
Yek ji kesên gotar dayî. Carol Prunhuber nivîsera pirtûka Mergê Qasimloyê Kurd bû ku behsê jiyan û çavanîya terora Dr. Qasimlo kir.
Ji Pişka Kurdî, Dengê Amerîka, hevkar Heyder Kerîm li wê koryadê bû di hevpeyvînekê de li gel Kawe Kurmanc pêzanînên pitir dide.
DENG