Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Di Êrîşeke Xwekujî de 50 Leşkerên Sûrî Hatin Kuştin


Bi sedema hêrişeke xwekujî bi kêmî ve 50 leşker û çekdarên ser bi serokê Sûrî Beşar El Esed hatin kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, bingeh li Brîtanyayê, roja Duşemê ragihand ku êrîşberekî xwekujî otomobîla xwe li gundê Zîyara, li parêzgeha Hemayê, teqand.

Ramî Abdul Rehman, berpirsê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, ragihand ku ew êrîş ji layê tevgera El Nusre ve hatîye encamdan, ku komeleke ser bi El Qayde ye.

Çalakvan herwiha dibêjin ku bi kêmî ve 20 serhildayên Sûrî bi sedema êrîşeke esmanî li parêzgeha Îdlib hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG