Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Balyoz Stevens Qahremanekî Dîplomasîyê Bû


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton xelata “Ground Common” dide Anne Stevens, xuşka balyoz Chris Stevens
Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton xelata “Ground Common” dide Anne Stevens, xuşka balyoz Chris Stevens
Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton pesna Balyozê Amerîkî Chris Stevens yê ku li Lîbyayê hate kuştin da. Xanim Clinton balyoz Stevens wekî qahremanek binav kir û pensa karîna wî ya dîplomasî da.

Wezîra Derve ya Amerîkayê li merasîma xelatkirina Stevens û çend kesên din bi xelata “Ground Common” ku jibo çareserîya kêşeyan û herwiha dîyalog û avakirina aştîyê tê dayîn, afaxtinek pêşkêş kir.

Di gotara xwe ya roja Pêncşemê li Washington de, Xanim Clinton got ku Wezareta Derve û Wezareta Berevanîyê vekolînê li ser rewşa parastina nûnertîyên dîplomatîk yên bîyanî dikin ku bûyerên wek kuştina Chris Stevens li Lîbyayê dubare nebin.

Balyozê Amerîkî yê li Lîbyayê Chris Stevens û sê dîplomatên din yên Amerîkî li 11’ê Îlona 2012’ê di êrîşeke çekdar li ser konsulxaneya Amerîkî li Bîngazî de hatibûn kuştin.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton di dawîya axaftina xwe de got, Stevens dê qet berpirsîya êrîşa tund nexistiba stûyê hemwelatîyên Lîbyayî yên normal.
XS
SM
MD
LG