Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Zana li Parlemana Tirkîyê Dest bi Greva Birçîbûnê Kir


Parlamenter Leyla Zana ligel parlamantarên Kurd Murat Bozlak, Ahmet Turk û Altan Tan re li meclîsê ye
Parlamenter Leyla Zana ligel parlamantarên Kurd Murat Bozlak, Ahmet Turk û Altan Tan re li meclîsê ye
Parlemantera serbixwe ya Diyarbekirê, sîyasetvana navdar Leyla Zana, jibo ku piştgirîya daxwazên girtîyên Kurd bike, li nivîsgeha xwe ya parlemanê dest bi greva birçîbûnê kir.

Hat zanîn ku, parlemantera Kurd bi hinceta peyama xwe bigihîne parlemana Tirkîyê û civakê ev çalakî daye destpê kirin.

Hat ragihandin ku Xanim Zana li ofîsa xwe ya li parlamenê greva birçîbûnê dbidomîne, heta ku çareserîyek ji pirsa daxwazên girtîyên Kurd re were dîtin.

Hêjayî gotinê ye, li ofîsa parlamanê gelek kesitîyên civaka Kurd yên wek Murat Bozlak, Ahmet Turk, Altan Tan û gelekên din serdana Xanim Leyla Zana dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG