Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 16:21

Herêmên Kurdan

Mehmûd Emo: Şerê Serê Kanîyê liser Ala PYD’ê Bû

x
Mezinahîya nivîsê - +
Şer û pevçûnên giran li navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Artêşa Azad ya Sûrîyê li bajarê Serê Kanîyê çêbûn, li gorî raportên nûçeyan.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Mehmûd Emo, endamê lîjneya sîyasî ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê li Serê Kanîyê, çêbûna şer û pevçûnan piştrast kir û got jî ku çend kes li herdu alîyan hatîne kuştin, di nav de Abid Xelîl, berpirsê Encûmena Gel a Rojavaya Kurdistanê li Serê Kanîyê.

Birêz Emo dibêje sedema pevçûnên roja Duşemê ala bû; çekdarên Partîya Yekîtîya Demokrat “xwestin ku alayê xwe deynin û Artêşa Azad a Sûrîyê nexwestin deynin.”

Birêz Emo herwiha dibêje ku xelkê sivîl li bajarê Serê Kanîyê revîyane, ne jiber Artêşa Azad lê belê jiber rejîma Sûrî.

HevpeyvÎn bi Mehmûd Emo re
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--