Pêncşem, 24 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 15:18

Sûrîye

Reuters: Tirkîye Dixwaze Giwaştina Ser Serokê Rûsî Putin Zêde Bike

x
Ajansa Reuters radigihîne ku Tirkîye dixwaze giwaştina li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin zêde bike ku demûdest dawî li desthilata Serokê Sûrî Beşar Esed bîne.

Reuters dide zanîn ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Putin di kêşeya berdewam ya Sûrî de wekî kesekî pir girîng dibîne û dixwaze ew roleke bandortir bilîze.

Birêz Erdogan hefteya çûyî bal kişandibû rola girîng ya Rûsyayê û gotibû “Jibo niha kilîta Sûrîyê di destê Rûsyayê de ye, loma jî helwesta Moskowê pir girîng e.”

Moskow yek jî hevalbendên herî nêzîk ya rejîma Sûrî ye û heta niha sê caran pêşnîyara Civata Ewlekarîyê veto kiriye ku dixwest giwaştina ser Serokê Sûrî Beşar Esed zêde bike.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.