Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Çekdarî li Amerîkayê


Di êrîşeke çekdarî de roja Înî 26 kes li dibistaneke zarokan li wîlayeta Connecticut hatin kuştin. Lê belê ev ne cara yekemîn e ku êrîşên çekdarî li Amerîkayê tên kirin. Piranîya wan êrîşan bitenê ji layê çekdarekî ve hatîne encamdan.


Êrîşên komkujî yên 14 salên bihûrî li Amerîkayê ev in:

  • Meha 8, 2012: Leşkerekê dêrîn êrîşa perestgeheke sîxan dike li Wisconsin; şeş kes hatin kuştin.
  • Meha 7, 2012: Çekdarek êrîşa sînemayekê dike li Colorado; 12 kes hatin kuştin.
  • Meha 1, 2011: Çekdarek êrîşa civîneke endama Kongresê Gabrielle Giffords dike li Arizona; şeş kes hatin kuştin.
  • Meha 11, 2009: Leşkerekê Amerîkî êrîşa bingehê Fort Hood yê arteşê dike li Texas; 13 kes hatin kuştin.
  • Meha 4, 2007: Xwendevanekê Zanîngeha Virginia Tech li zanîngehê xwe êrîşekê pêk tine; 32 kes hatin kuştin û paşî êrîşberî xwe kuşt.
  • Meha 4, 1999: Du xwendevanên dibistana amadeyî ya Columbine êrîşa dibistana xwe dikin li Colorado, 13 kes hatin kuştin û paşî herdu êrîşberan xwe kuşt.
XS
SM
MD
LG