Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ya Amerîkî Plana Aborî Pesend Dike


Qanûndanerên Amerîkî planek jibo rêlibergirtina kendala darayî anku 'fiscal cliff' pesend kirin, qanûna ku Serok Barack Obama ew wekî gava yekê jibo xurtkirina aborîya Amerîkî binav kir.

Serok Obama dibêje, rêkeftina îro prensîpekî wekî qanûn diparêze ku dê her bimîne madem wek serok e. deynên federalî divê kêm bibin. Pêwîst e her kes para xwe ji pereyan bide. Bi wî şêweyî aborîya Amerîka geş dibe.

Serok Obama ev axaftin yek, wextekî kurt piştî ku Civata Nûneran ya piranî Komarî ye, plan pejirand ku destpêka rojê ji aliyê Civata Senatê jî hatibû pesend kirin.

Hin endamên parêzkar yên Civatê hewil dan ku xercîya hikûmetê bêtir kêm bikin, lê wan piştgirîya pêdivî jibo vê gavê ji aliyê hevkarên xwe yên qanûndaner ve nebû.

Ev bûbû bêtirî salekê ku Serokê Amerîkî Barack Obama û endamên Kongresê yên Komarî li ser rêjeyên bacê, zêdekirina xercîyên hikûmetê û deynên federalî şer dikin.

Rêberên Kongresê rêkeftina roja Sêşemê wekî ne bikêrhatî dan zanîn, lê gotin ku ew ya herî baş e nuha jibo gelê Amerîkayê.
XS
SM
MD
LG