Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Aştîparêz yên NY li Kongoyê Daxwaza Firokên Bêmirov Dikin


Hêzên aştîparêz yên Neteweyên Yekbûyî daxwazê ji Civata Ewlekarîyê dikin ku piştgirîya bikaranîna firokên bêmirov li rojhilata Komara Demokratîk ya Kongoyê bike.

Berpirsê Hêzên NY yên aştîparêz Herve Ladsous roja Sêşemê de civîneke girtî de ligel civatê kom bû û jê daxwaz kir firokên bêmirov bikar bînin da ku alîkarîya bêtir ji 17 hezar leşkerên aştîparêz li wî welatî bikin.

Serhildayan bo demeke kurt sala borî destên xwe danîbûn ser bajarê Goma li rojhilata welêt, piştî ku şerê hêzên aştîparêz yên NY û artêşa Kongoyê kiribûn.

Rwanda ku li ser sînorê rojhilat yê Kongoyê dikeve, xemên xwe derbarê şandina firokên bêmirov nîşan da û got ev gav dê misyona NY bike hêzeke şer.
XS
SM
MD
LG