Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Begumanên Êrîşa Hindistanê Xwe Gunehbar Nabînin


Parêzerê sê bergumanên doza destdirêjîya seksî li Hindistanê dibêje, dê muwekilên wî xwe wekî ne gunehbar li dadgehê ragihînin û ew herwiha îdîa dike ku polîsan hêz bikar anîne jibo mikurhatinan ji wan bistînin.

Birêz M.L. Sharma roja Pêncşemê li New Delhî gote rojnamevanan ku polîsan belge bi şêweyekî ne durist bikar anîne da ku muwekilên gunehbar derkevin.

Biryar e prosesa dadgehkirina pênc ji her şeş bergumanan bi awayekî lezgîn pêk werin, li hember turebûna gelêrî li ser vê êrîşa hovane.

Bergumanê mayê kêmî 18 salan e, lewra ewê başqe li dadgeheke zarokan were darizandin.

Her şeş berguman bi êrîşbirina ser jineke 23 salî û hevalekî wê yê kur tên tawanbar kirin. Herdu qurbanî 16’ê meha borî ji alîyê bergumanan ve hatibûn lêdan. Paşê destdirêjîya seksî li jinê hatibûn kirin.

Jina ku nasnameya wê nehatiye dîyar kirin 29’ê meha 12’an li nexweşxaneyekê li Sîngapore jiber birînên xwe miribû.

Desthilatdarên Hindistanê bergumanên êrîşê bi kuştin, destdirêjî û revandinê tawanbar kirine. Karbidest dibêjin, eger tawanbarî li ser van kesan hate piştrast kirin, ewê hewil bidin cezayê mirinê li wan bibirin.
XS
SM
MD
LG