Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkukê Herî Kêm 15 Kes Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema zincîreke êrîşan li Kerkukê li dijî bingehê polîsî, bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin û 150 kesên din birîndar bûn.

Êrîşberekê xwekujî roja Yekşemê otomobîla xwe li pêş bingehê polîsî teqand û paşî çekdarên xwekuj, ku xwe wek polîs nîşan dabûn, bi çekan êrîşa wî bingehî kirin.

Herçende çi alîyekî berpirsîyarîya xwe hemberî êrîşa roja Yekşemê ranegihandîye, lê belê çekdarên Îslamî yên Sunnî yên ser bi El Qayde êrîşan dikin di bizavekê de jibo çêbûna alozîyên neteweyî û tayîfî. Çekdarên Sunnî herwiha bizavê dikin ku hikûmeta Nûrî El Malikî yê Şîe bêhêz bikin.

Li meha bihurî jî, êrîşberekê xwekuj ofîsa Partîya Demokrata Kurdistanê li Kerkukê kire armanc û bi sedema teqînê bi dehan kes bûne qurbanî.
XS
SM
MD
LG