Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Destdirêjîya Seksî, 6 Kes li Meksîkayê Tên Girtin


Desthilatdarên Meksîkê dibêjin, wan 6 kes girtine piştî mikur hatine ku wan destavêtine 6 tûrîstên jin yên Spanî li devera Acapulco.

Komeke çekdarên nuxumandî derbasî maleke kirêkirî li ser beravê bûn ku wan jinan ligel dostên xwe yên kur tê de dijîyan.

Dozgirê Giştî yê Meksîkê Jesus Murillo Karam dibêje, vekoleran bihîstine ku kesekî din jî di wê bûyera destdirêjîyê beşdar bûye. Lê ew kes hîn nenaskirî ye.

Nûçeya girtinê protesto li nav hemwelatîyan derxiste holê. Rûnistvan polîsan tawanbar dikin ku wan kesên bêsûc jibo vê tawanê girtine. Fermandarê wîlayeta Guerrero, Angel Aguirre van îdîayan red dike û dibêje hikûmet ti mebest tune ye ku kesekî desteser bike eger sûcê wî di tawanê de tune be.

Vê bûyer bal kişandîye ser tawanên tund yên girêdayî muxederatan jî ku di salên dawî de li Meksîkê belav bûye.

Hêjayî gotinê ye ku di sala borî de bêtirî 1,000 kuştin li devera Acapulco ya tûrîstan pêk hatine.
XS
SM
MD
LG