Şemî, 06 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 05:46

    Cîhan

    Li Pakistanê 63 Kes Hatin Kuştin; Piranîya Wan Şîe Bûn

    x
    Di teqînekê de li dijî Şîeyên Pakistanê, bi kêmî ve 63 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.
     
    Teqîn êvarîya Şembî li taxekê Şîeyan yê bajarê Quwêta pêk hat, li gorî karbidestên polîsî.  Polîs radigihîne ku piranîya qurbanîyan Şîe bûn û jin û zarok jî hatîne kuştin.
     
    Peyvdarê komela çekdarî ya Leşkerê Cengvî ya Sunnî berpirsîyarîya xwe hember teqîna Şembî ragihand.
     
    Quwêta paytexta herêma Beluçistanê ye û Şîe li wê herêmê rû bi rûya tundûtûjîya tayîfî dibin.
     
    Bi sedema tundûtûjîya tayîfî, bi kêmî ve 400 kes sala bihurî li Pakistanê hatîne kuştin.