Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozeke Zewaca Homoseksuelan Digihêje Dadgeha Bilind


Dadgeha Bilind ya Amerîka li Washingtona paytext
Dadgeha Bilind ya Amerîka li Washingtona paytext
Rêvebirîya Serokê Amerîka Barack Obama dozek hildaye Dadgeha Bilind li Amerîka bi mebesta qanûneke sala 1996ê hilîne ku têde zewac wekî yekîtîyek di navbera mêr û jin de hatiye danasîn.

Belgeya ku roja Înîyê hate hildan, Serok Obama dike yekem serokê Amerîkî di dîroka welêt de ku berevanîya mafê zewaca kesên ji heman regezî li ber dadgeheke bilind dike.

Doza li ber Dadgeha Bilind ya keçeke homoseksuel bi navê Edith Windsor e ku bi awayekî qanûnî ligel hevjîna xwe zewicî bû. Lê belê ji Windsor hatiye xwestin ku pereyekî giran wekî bac bide, piştî mirina hevjîna wê, jiber ku li gorî qanûneke kevin ew zewac ne qanûnî bû.

Endamên Komarî yên Civata Nûneran û Senatoyê li Kongrêsa Amerîkî rikberîya xwe li hember helwesta Serok Obama ya zewaca homoseksuelan nîşan didin.

Biryar e Dadgeha Bilind meha bê li vê dozê guhdarî bike.
XS
SM
MD
LG