Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 11:04

Rojhilata Navîn

Li Misirê 19 Turist Hatin Kuştin

x
Mezinahîya nivîsê - +
Baloneke hewayî li nêzîkî  bajarê Luksor yê Misirê ket û di encama de 19 turistên ku têde bûn hatine kuştin.

Du kesên din jî ku yek ji wan ajotvan bû, rizgar bûn piştî ku roja Sêşemê agir bi balonê ket û teqî dema ku 300 metran li ser kenara rojava ya Çemê Nîlê bilind bû.

Karbidestan dibêjin ku di nav kuştiyan de, turistên Fransî, Brîtanî û yên welatên din jî hebûn.

Devera ku balon lê ket, wekî paytexta Misira kevin dihête zanîn.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--