Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenyatta Hilbijartinên Kenya Yên Serokatîyê Bidest Xist


 Uhuru Kenyatta, serokê nû hilbijartî yê Kenya
Uhuru Kenyatta, serokê nû hilbijartî yê Kenya
Komisyona hilbijartinên Kenya bi fermî serkeftina Uhuru Kenyatta di hilbijartinên serokatîyê de ragihand.

Berpirsê Komisyona Sînor û Hilbijartinên Serbixwe, Issack Hesen do Şemîyê got ku birêz Kenyatta 50.07 ji sedî ji rêjeya dengdanê bidest xistiye.

Birêz Kenyatta rastî sûcên navneteweyî jibo tawanên dijî mirovahî tê. Roja Şemîyê wî soz da ku ligel sazîyên navneteweyî hevkarîyê bike li dema ku daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku rêzê li serwerîya Kenya û vîna wê ya demokratîk bigire.

Serokwezîr Raila Odinga hilbijartinên Duşema borî di rêza dudîyan de bi rêjeya 43 ji sedî bidawî kir. Wî ronî bir ser çend bûyerên ne qanûnî li dema hilbijartinê û got ku wî plan nekiriye pênasînê bi encaman bîne.
XS
SM
MD
LG