Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşîdî: Kurd di Civîna ‘Demokrasî li Îranê’ de ne Yekgirtî ne


Konferansa ‘Yekîtî jibo Demokrasîtyê li Îranê’ roja Şembî li Swêdê destpê kir.
Konferansa ‘Yekîtî jibo Demokrasîtyê li Îranê’ roja Şembî li Swêdê destpê kir.
Konferansa ‘Yekîtî jibo Demokrasîtyê li Îranê’ roja Şembî li avahîya parlamentoya Swêdê destpê kir û du rojan berdewam dibe.

Di wê konferasê de kesatîyên opozisyon û nûnerên partîyên sîyasî yên Kurdî û Îranî nêrînên xwe hemberî pêşeroja Îranê dîyar dikin.

Rojnamevan Rehîmî Reşîdî, ku di wê konfransê de beşdar e, dibêje ku Kurd ne bi awayeke “berçav û yekgirtî” di wê konferansê de beşdar in.

Birêz Reşîdî dibêje ku sedema beşdarnebûna Kurdan di astekê bilind de helwêsta neteweperestên Îranî ye ku dibêjin bitenê yek netewe li Îranê heye ew jî neteweya Îranî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG