Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD: Girtina Sînora Başûr-Rojava Biryareke Sîyasî ye


Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulla da zanîn, ew li bende ne ku li ser parastîna berjewendîyên netewî hemî beşên Kurdîstanê piştigirî bidin Rojavayê.

Sîyasetvana Kurd got, girtina Derîyê Sînora Sêmalka ya Herêma Kurdîstanê biryareke sîyasî ye û ew vê biryarê, wek mudaxaleyek li ser îradeya Rojavayê dibînin.

Hevseroka PYD’ê dîyar kir ku partîya wan amade ye beşdarîya hemî civînan bike ku li ser paşeroja Sûrîyê werine kirin.

Xanim Ebdulla di dawîya hevpeyvînê de got, ew hewil didin ku Desteya Bilind jî di Civîna Cenevreyê de were temsîl kirin. Asya Ebdulla bang li hemî dewletan jî kir da ku di pirsa Sûrîyê de Kurd jî jî wek alîyek werin qebûl kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG