Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqe li du Rojnamevanên Biyanî li Afganistanê Hat Kirin


Karbidestên Afganî dibêjin li êvara hilbijartinên serokatiyê li wî welatî, polîsekî îro teqe li du rojnamevanên jin yên biyanî kir, ku yêk li wan hat kuştin û ya din birîndar bû.

Rojnamevana hatî kuştin ya 48 salî navê wê Anja Niedringhaus e, ku xelata wênegeriyê ya Almanî wergirt bû û bo ajansa peyamên Associated Press kar dikir.

Rojnamevana din ya AP ya binavê Kathy Gannon piştî du cara birîndarbûy rewşa wê başe.

Herdu rojnamevan digel karwanekê karmedên hilbijartinan ji bajarê Xost diçun devera Tanî demê teqe li wan hat kirin.

Karbidest dibêjin ku ew polis hat girtin.
XS
SM
MD
LG