Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîneke Nû Derbarê Hejariyê Derdikeve


Lêkolîneke nû ku rêjeya hejarîya cîhanî dibe hinek kêm bûbe. Banka Cîhanî hejarîyê nîşan dike bi wan kesên ku rojane bi kêmî 1.25 dolarî dijîn.

Jimarên Banka Cîhanî bi berfirehî tên bikaranîn û roleke girîng di stratejîya cîhanî ya kêmkirina hejariyê de dilîzin. Lê rexnegir dibêjin, standarda hejariya “yek dolar her rojê” bêserûber e û gelek pêvidiyên sereke yên mirov nade ber çavan.

Lêkoleran li Zanîngeha Bristol berê xwe dan xanî, paqijkirin, av, xwarin, saxlemî û perwerdeya wan kesên ku li welatê Vanautu yê girava Pasîfîk dijîn. Li ser bingeha tiştên ku dîtin, wan standarda hejariyê li wir wekî “pêşketî” binav kirin.

Li gorî lêkolînê, pênc ji sedî ji zarokan li Vanautu di hejariya standardên Banka Cîhanî de dijîn. Lê 17 ji sedî li jêr standardên hejariya niştimanî li wî welatî dijîn. Nêzîkî 16 ji sedî ji zarokan jî li jêr hejariya herî giran dijîn ku tê de ew ji gelek pêdiviyên sereke yên mirovî bêpar in. Ev lêkolîn li kovara Journal of Sociology hate weşandin.
XS
SM
MD
LG