Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman Dide Ronayî Onen


Rojnamevan Ronayî Onen.
Rojnamevan Ronayî Onen.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li roja damezirandina xwe Xelata Ziman ya Feqî Huseyn Sagniç a 10’an da mamosteya Kurdî Ronayî Onen.

Bernameya Xelata Ziman û pîrozkirina salvegera Enstîtuya Kurdî roja Înîyê êvarê anku 18’ê meha 4 bi beşdarîya gelek rewşenbîr, mamoste, xwendekar û kesayetên Kurd li Stenbolê pêk hat.

Xelatgir Ronayî Onen ku hêjayî vê xelatê hate dîtin, bi salan e di nav xebatên Kurdî de cî digire ku niha jî li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê dersên Kurdî dide.

Li şeva xelatdayînê herwiha sertîfîkayên xwendekarên Enstîtuya Kurdî ku mafê mamostetîyê bi dest xistine jî hatin dayîn.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG