Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn Navbera Polîsên Îsraîlî û Xwepêşanderên Filestînî Dom Dike


Şer û pevçûn li navbera polîsên Îsraîlê û xwepêşanderên Filestînî îro Şemiyê li rojhilata Orşelîmê û bajarokên din berdewam kirin piştî behiya kurekî Filestînî ku di êrîşa tolhildaneke gumankirî de hate kuştin.

Di rojan çaran de ji xwepêşandinên tûre, xwepêşanderên Filestînî kevir avêtin polîsên Îsraîlî û di encamê de rastî gaza îsotê hatin.

Berdevka polîsên Îsraîlî Luba Samri ragihand ku bêtirî 20 kesan di encama van xwepêşandinên tund de hatine girtin. Samri herwiha eşkere kir ku xwepêşanderan li bajarokê Qilinsewe trimbêla kesekî Cihû rawestandin, ew jê derxistin û paşê agir bi trimbêla wî ve dadan. Berdevka polîs got ku xwediyê trimbêlê birîndar nebûye.

Polîsên Îsraîlê asta ewlekariya zêde kirin, bi çaverêya xwepêşandinên bêtir piştî mirina Mihemed Ebû Xudêr.

Heval û malbata kurê Filestînî ew do Îniyê li goristanekê li taxa Shuafat ya Ereb li rojhilata Orşelîmê binax kirin. Termê Ebû Xudêr roja Çarşemê li daristanekê hatibû dîtin, dora yek demjimêrê piştî ku ji aliyên kesên nenas bi zorê ketibû trimbêlekê. Bavê wî dibêje, laşê kurê hatibû şewitandin heta radeyekê ku ew nema dihate naskirin.

Desthilatdar dibêjin ku ew vekolînê dikin ka ev kuştin bersiv bo jiber revandin û kuştina sê sîpeyên Îsraîlî ku wexteke zûtir vê hefteyê hatibûn binaxkirin.

XS
SM
MD
LG