Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cot Peqînan de Pirtir ji Deh Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Dîmenek ji peqîneke li Îraqê (Arşîv)
Dîmenek ji peqîneke li Îraqê (Arşîv)

Di encama cot peqînan de herî kêm 11 kes îro Pêncşemê li Îraqê hatine kuştin.

Karbidestên Îraqî dibêjin yek jî peqînan li bazereke şenîbar ya paytaxt Bexda qewimî.

Bazara Shorja ku yek jî navendên serekî ya jibo kirîna xwarin, kinc û alavên elektronîk e, bû armanca êrîşên îro.

Karbidestekî polîsan got, bombeyek li nêzîkî mizgefteke Şîayan peqî û herî kêm 4 kes kuştin, 12 kesên din jî birîndar kirin.

Li bajarokê Tajik u 20 kîlometre bakurê paytaxt e, êrîşvanekî xwekuj otomobîla xwe ajot ser xaleke leşkerî û 4 leşker û 3 sîvîl kuştin. Di êrîşê de herwiha 13 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG