Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

310 Kes di Şerê li ser Zeviyekî Gazê li Sûriyê de Hatin Kuştin


Nexşeya Sûrî.
Nexşeya Sûrî.

Çalakvanên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê êrîşeke bersivdanê destpê kirine jibo vegerandina zeviyekî gaza xwezayî ji dest mîlîtanên Îslamî ve.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, şerê li ser zeviyê Şaher li parêzgeha Humsê yek ji kujertirîn şerên di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de ye, ji dema ku serhildana Sûrî berî bêtirî sê salan destpê kiriye.

Çekdarên DAÎŞ zeviyê gaza xwezayî roja Pêncşemê kontrol kiribûn. Hêzên hikûmetê êrîşa hember derengî Îniyê destpê kirin û îro Şemiyê hinek parçe ji zeviyê vegerandin.

Çavdêriya Sûrî dibêje, mîlîtanên Îslamî 270 leşker û pasevan di vê êrîşê de kuştine. Di heman demê de 40 mîlîtan li ser destê artêşa dewletê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG