Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis Sînora Xwe ya bi Lîbya Digire


Ajansa fermî ya Tûnisê radigihîne ku Tûnis tixubê xwe yê bi Lîbya re girt, piştî ku bi sedan Misirî û Lîbyayî xwestin ji alozîya dora Bîngazî û Trablus birevin û herin wî welatî.

Karbidestên ewlehîyê dibêjin, Misirîyên ku vîza wan tunebû beşeke sîmên sînorê li xala derbazbûna Ras Ajdir birîn, piştî ku karbidest nehêlan ku ew derbazî hêla Tûnisê bin.

Hate ragihandin ku polîs teqe li koma welatîyan kir û gaza rondrikrêj kar anî.

XS
SM
MD
LG